Binçavkirina ciwanekî bajarê Rebetê

21:36 - 14 Kanûna pêşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Ciwaneke Kurd ji aliyê hêzên Întizamî yên bajarê Rebetê hate binçavkirin û ji bo cihekî nediyar hate veguhaztin.

Li gor nûçeya Ajansa Nûçegihaniya Kurdpa, di hefteya derbazbûyî de, hemwelatiyeke temen 26 salî bi navê Mistefa Reşîdî kurê Qadir, ji aliyê hêzên Wezareta Îtila’atê ve hate binçavkirin.

Navbirî bi tawana pêwendî digel yek ji Partiyên Opozisyonên dijî Hikûmeta Îslamî a Îranê hatiye girtin.
Ajansa Kurdpa di vê derbarê de ragehandiye: Çar roj berî niha malbata Reşîdî ji bo çarenivîsa kurê xwe serdana navendên ewlehî û dadwerî yên bajarê xwe kiribûn.

Çavkaniyeke haydar ji Ajansa Kurdpa re ragehandiye ku tevî bi dûreçûna malbata wî girtiyê li îdareyên Hikûmî, lêbelê ti zaniyariyek ji cih û rewşa Mitefa berdest de nine.

Tê gotin ku ev ciwanê kurd roja Pêncşemî a derbazbûyî de, di êrîşeke hêzên cilikşexsî û hêzên Întizamî de hatiye giritn û bo cihekî nediyar veguhaztine.