Binçavkirina çalakvanekî siyasî li Sine

15:04 - 16 Adar 2015
Ajansa Kurdpa: Hêzên ewlekarî ên ser bi hikûmeta Îslamiya Îranê, welatiyekî Kurd binçav kirin û bo cihekî nediyar veguheztin.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, Muxtar Zariî- Çalakvanê siyasî yê Kurd li Sineya Rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê hêzên ewlekarî ên hikûmeta Îslamî ya Îranê, ( li mezela wî) hat binçav kirin.

Payamnêrê Kurdpa li Sine ragihand: Zêrevaniya Agahî ya hêzên leşkerî li Îranê, tometa wî ciwanî, belavkirna gotarekî li ser tora civakî a “Facbook “ê destnîşan kir.

Beriya niha bi mehekî dîsa Muxtar Zariî, ji aliyê şaxa yekem a dozgeriya Şoreş (înqilab) a Sine ve hatibû bang kirin û bi (aloz kirina asayîşa giştî) mehkûm bibû.

Pêştir jî navborî her ji aliyê wê dozgeryê ve bi 5 salan hatibû tometbar kirin.

Muxtar Zariî ku ji endamên Yeketiya Demokratîk a Xwendekarên Kurd jî bûye, li zimistana 2009-2010 di merasîma salvegera oxir kirina Îbrahîm Lutfullhî (zindaniyê siyasî ku bi eşkenceyan li girtîgehê jiyana xwe ji dest dabû ) de hatibû girtin û 3 meh ceza lê hatbû birîn.