Binçavkirina çalakvanekî çandî yê Kurd

19:26 - 6 Gulan 2015
Ajansa Kurdpa: Çalakvanekî çandî yê Kurd li Bokana rojhilatê Kurdistanê, hat binçavkirin û bo cihekî nediyar hat veguhestin.

Li gor rpora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, beriya niha bi çend rojan, hêzên ewlekarî ên ser bi hikûmeta Îslamiya Îranê, welatiyekî Kurd yê bi navê Ferhad Rizapûr, li devera Pîr Mohemed a Bokanê binçav kirin.

Bi gotina çavkaniyeke agah ya nûçeyan, hêzên ewlekarî dema dest bi ser mala wî welatiyê Kurd de digrin, bê muhleta yasayî deriyê malê dişkênin, bi dûre wî hemwelatiyê kurd binçav dikin û hejmarek kelopelên şexsî yên wî jî bi xwe re dibin.

Heya dema belavbûna wê nûçeyê, ji sedema binçavkirina wî hemwelatiyê Kurd, agahiyek bi dest nekevtiye.

Ferhad Rizapûr di piraniya kampaniya û çalakiyên jîngehparêzî de, beşdarî kiriye.

Bi piştgiriya Amarên ku li Navenda Ajansa Nûçegihaniya Kurdpa hatine sebt kirin, ji destpêka Newroza evsal heya niha, 49 hemwelatiyên Kurd, ji aliyê hêzên ewlekarî û leşkerî yên ser bi hikûmeta Îslamiya Îranê ve hatine binçavkirin.

Di nava wan kesên hatinî binçavkirî de, du jinên çalakvanên çandî ên Kurd, bi navên Îsmet Qurbanî û Menîje Sadiqî jî hene.