Binçavkirina ajovanê taksiyekî li Urmiyê seba li xwekirina kincên Kurdî
14:38 - 14 Kanûna pêşîn 2014
Ajansa Kurdpoa: Welatiyekî Kurd li bajarê Urmiye ya Rojhelatê Kurdistanê ku bi armanca cîbicî kirina rêwiyan serdana bajarê Endîmişkê kiribû, ji aliyê hêzên bazgeheke hikûmeta Îranê li bajarê Endîmişkê hat binçav kirin.
Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, Xusret Bîglerî, bi temen 35 sal, xelkê Urmiyê, 33 roj beriya niha di demekê de ku bi çend rêwiyan re di cadeya Xûzistanê de diçe, piştî gihîştin bi bazgeha Endîmişkê, ji aliyê hêzên wê bazgehê we tê binçav kirin.
Peyamnêrê kurdpa li Urmiyê û li zarê yekek ji xizmên kesê girtî ve got: Hêzên li wir yên bazgeha Endîmişkê dema ku çavê wan bi cilûbergên Kurdî ên wî ajovanî ket, bi wî re bi guman bûn û di demekê de ku bi fermî karê Taxsî ajokarî yê deke bi avayekî hûr bînane tirombêla wî xistin ber vekolîn û ew jî girtin.
Jidera nûçeyan qala wê hindê jî kir ku Xusret bi sedema helsûkevt û reftara nebaş ya hêzên bazgehê ligel wî û zirar gihandin bi tirombêlê, gotegot tevî wan pêkaniye.
Çavkaniya nûçegihaniya Kurdpa di dirêjeya axafina xwe de amaje bi vê yekê kir ku piştî gotegot (deng û behs) a navbirî, wî û hêzên bazgehê de ,wan telefona destî jî wî standin û“Txsî” jî bo”Parkîngê” veguhastin.
Peymnêrê Kurdpa qala vê yekê jî kir ku hêzên li bazgehê yên hikûmeta Îranê li Endîmşkê, piştî destbiser girtina tirombêl û telefona destî ya wî welatiyê Kurd de, agahiyên wî bo hêzên ewlekarî yên Sipaha Pasdaran a Urmiyê îlan kirin, wan jî ser mala ajovanê bi kincên Kurdî de girtin û Kompûter û kelûpelên wî yê Şexsî ligel xwe birin.
Malbata Xusret, piştî çend roj dilgiranî û neron bûna çarenivîsa wî, ji aliyê polîs we hatin agahdar kirin ku kurê wan 33 roj beriya niha hatiye girtin û niha di bin çavdêriya hêzên ewlekarî yên Sipaha pasdaran de ye.
Ne zelal bûna çarenivîsa wî gitiyê Kurd bi sedema li xwe kirina cil û bergên Kurdî malbatî wî dilgiran kiriaye.