Binçavkirina 4 çalakvanên Kurd

15:17 - 9 Şibat 2015
Ajansa Kurdpa: Navendên ewlekarî û qezayî ên hikûmeta Îslamiya Îranê, 4 çalakvanên karkerî û sivîl ên Kurdistanê bangkirin û ew darizandin.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, rexma borîna 20 roj li ser binçankirina Sohrab Behramî yê 55 salî (ji aliyê hêzên ewlekarî ên bajarê Sine ê rojhilatê Kurdistanê) hîna çarenivîsa wî nezelal e.

Bi gotina Kampaniya Berevanî kirin ji mafên girtiyên siyasî û sivîl, lêgerîna malbata Behramî ji bingehên hikûmî tu encam bi xwe negirtin e. Bi derbas bûna 20 rojan bi ser binçavkirina navborî re hîna sedema binaçankirê û cihê girtina wî nehatiye eşkere kirin.

Çalakvanên karkerî ên Kurd jî, ji aliyê hêzên ewlekarî ên bajarê Sine ve hatin bang kirin. Mizefer Salihniya yek ji wan kesane tê hejmartin ku 2 demjmêran hat binçav kirin û pirs jê hatin kirin.

Herwiha sibeha roja borî jî ( 8/2/2015) dadgeheke Tehrana paytextê Îranê çalakvanekî karkerî yê bi navê Cemîl Mihemmedî darizand.

Navboî yek ji birêveberên çalakiya 40 hezar kesî a karkerî ye ku hember gendelî û diziya 3 hezar milyard Tûmenî ji sandûqa Saziya Sîgorta (Bîme) a Civakî serî hildabû.

Ew çalakvanê Karkerî bi tometa alozkirina rewşa ewlekarî a neteweyî hatiye mehkûm kirin.
Ji aliyekî din ve Cemîl Mihemmedî ligel Cefer Ezîmzade, meha 2’em a bihara borî bi êrîşkirina hêzên ewlekarî ên hikûmeyta Îslamiya Îranê bi ser malbatên wan birîz bo heyamê 23 û 46 rojan li zindana Evîn a Tehranê hatin heps kirin.

Her li ser vê pirsê hefteya borî, çalakvanekî karkerî li Kurdistanê bi navê Rêbwar Ebdullahî , li sineya rojhilatê Kurdistanê hat dadgehî kirin.

Navborî di darizandineke çend deqîqeyî de 1 sal cezayê girtinê jêre hat pesed kirin û piştre bi danîna barmteya 70 milyon Tûmenî bi awayekî demkî hat berdan. Pêştir 20 roj bû ku çarenivîsa wî nehatibû zelal kirin.

Hêjayî gotinê ye, serbarê rewşa giran û nexweş a karkeran li welatê Îranê, ne tenê pirsgirêkên wan ji aliyê karbidestên hikûmetê ve nayên çareser kirin, tu kes nikare dawa mafên xwe bike û ger Kesek serhildanekî jî nîşan bide bi tunekirinê re rûbirû dimîne.

Karkerên welatê Îranê bi sedema destheqa 3 qat jêr hêla hejariyê, xirabtirîn helûmercên (ne mir ne jî) ên jiyanê (di dîroka sed salên dawî yê Îranê de) dibihorîn in.