Binçav kirina Kedkarekî Kurd piştî xwe nasandinê li Sine

15:48 - 11 Kanûna pêşîn 2014
Ajansa Kurdpa: Bi binaçav kirina wî kedkarê Kurd, hejmara girtiyên meha dawîn a Payîza ev sal, heya wê demê gihîşt bi 17 kesan.

Ligorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, sibeya îro pêncşemî, hêzên ewlekarî ên hikûmeta Îslamiya Îranê, ji riya Telefonê ve, welatiyekî Kurd ê bi navê Rêbwar Ebdullahî bo îdareya Asayîş (Îtilaat) a Sine bang kirin.

Welatiyê han piştî xwe nasandinê bi lez ji aliyê hêzên ewlekarî ên hikûmeta Îranê ve hat binçav kirin.

Peyamnêrê Kurdpa li Sine ragihand: Çarenvîsa wî welatiyê Kurd û sedema binçav kirina wî, heya bo malbata wî jî, nehatiye zelal kirin.

Tê gotin Rêbwar Ebdullahî kirêkar bûye û sedemên girtina wî ji nehatiye eşkere kirin.

Xeynî kesê navborî, heya niha çarenivîsa du kedkarên din yên bi navên; Ferdîn Mîrekanî û Ferzad Mûradîniya ku ji aliyê Asayîş (Îtilaat) a Sine ve (pêştir) hatibûn girtin, ne ron e.

Zext û givaşên hêzên ewlekarî ên hikûmeta Îranê bi ser çalakvanên siyasî, çandî, karkerî û olî li Kurdistanê ber bi zêde bûnê ve diçe û bi piştgiriya Navena amara ajansa nûçegihaniya Kurdpa, tenê di meha dawîn a payîza evsal de, 17 hemwelatiyên Kurd ji aliyê hêzên ewlekarî ên hikûmeta Îslamiya îranê ve hatine bin çav kirin û girtin.