Binçav kirina kalemêrekî 80 salî li Kamyaranê

20:53 - 22 Çirriya paşîn 2014
Ajansa Kurdpa: Malbata çalakvanekî siyasî ê Kurd li gundekî Kamyara na Rojhelatê Kurdistanê, kete bin zext û givaşa hêzên ewlekarî - hiqûqî ên hikûmeta Îranê de.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, Ebdullah Şadî temen 81 salî û xelkê gundê “Kawane”a ser bi bajarê Kamyaranê, bi sedema çalakiyên siyasî ên kurê xwe, cezayê girtinê ji wê hat birîn.

Ebdullah bavê Îsmaîl, heya niha çendîn car bi navendên ewlekarî ên hikûmeta Îranê, hatiye sewq(êhzar) kirin û ji wî hatiye xwestin daku kurê xwe radestî hikûmeta Îranê bike.

Îsmaîl Şadî çalakvanê siyasî û mamostayê dibistana navendiya “Recayî” a Kamyaranê, sala 2007’an ji aliyê hêzên ewlekarî ên hikûmeta Îranê ve, bo heyamê 4 mehan li Îdareya Îtilaat û girtîgeha wî bajarî de hat binçavkirin.

Nav birî piştre ji ailyê dozgeriya hikûmeta Îranê ve, bi tohmeta muharibe(şerê Xwedê) û teblîxên qaşoyî hikûmeta Îranê, ji riya endam bûn di parteyeke opozosyona Îranê de, hat mehkûm kirin.

Îsmaîl Şadî di gotûbêjekî ligel ajansa Kurdpa ragihand: Piştî 4 mehan ez bi baritme (wesîqe) yekî hatim berdan û ji riya hin kesan ve agadar bûm ku tawaneke giran bo min hatitye pesend kirin, lewma min bi neçarî Îran bi cî hişt û çûm bo derveyî welat.

Şadî di dirêjeya axaftina xwe de got: Pêştir birê min ketibû bin givaşa hêzên ewlekarî ên hikûmeta Îranê de û ji wî hatibû xwestin daku min radestî wan bike û bo vê mebestê jî salekî ceza ji wî hatibû birîn.

Îsmaîl Şadî 37 sal temnê wî ye û xwediyê Hevjîn û zarokekî ye ku niha li Herêma Kudstanê dijî.

Wî çalakvanê siyasî di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku Îdareya Îtilaat a Kamyaranê di doseya ku bi wî re hatibû girêdan, dozgeriyê hukmê darvekirinê pesend kiribû.