Binçav kirina ciwanekî din ê Bokanî ji aliyê hêzên ewlekarî ên Îranê ve

14:40 - 30 Çirriya paşîn 2014
Ajansa Kurdpa: Di berdewamiya rêjeya tepeserkirin û girtina xortên Kurd li Rojhelata Kurdistanê, dîsan ciwanekî Kurd ê Bokanê, ji aliyê hêzên ewlekarî ên hikûmeta Îranê ve hat binçavkirin.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, ciwanekî kurd xelkê gundê “Gamîşgulî”a ser bi devera Alenşîn a bajarê Bokanê li Rojhelatê Kurdistanê, ligel kesek din ji akinciyên wî gundî, ji aliyê hêzên Îtilaat a Îranê ve hatin girtin ku çarenivîsa wan ne zelal e.

Peyamnêrê Kurdpa, nasnameya wî ciwanê Kurd, Mîlad Ebdî kurê Mecîd ragihand ku çend roj beriya niha ligel “Qasim Sipahî” rûniştiyê gundê Gamîş gulî, hatibû girtin.

Heya niha serbarê serdana malbata wan du girtiyan bi bingehên peywendîdar ligel vê pirsê ên hikûmeta Îranê, tu agahiyek li cih û sedema binçav kirina wan bi dest neketin e.

Bi piştgiriya navenda amarên ajansa nûçegihaniya Kurdpa, di 8 rojên borî de, 10 hemwelatiyên Kurd li bajarên Rojhelata Kurdistanê, ji aliyê hêzên ewlekarî ên hikûmeta Îranê ve hatine girtin û çarenivîsa wan ne rone.

Eva di demekê de ye ku bi sedema atmosfera siyasî û ewlekarî a hikûmeta Îranê ku bi ser civakê, nemaze deverên Kurd akincî de hakim e, piranya haletên binçav kirina welatiyan, medyayî nabin û kesek jê nayê agahdar kirin.