Binçav kirina 3 welatiyên Kurd li Dîwandereya rojhelatê Kurdistanê

14:08 - 9 Kanûna pêşîn 2014
ajansa kurdpa: Hêzên ewlekarî ên Sipaha Pasdaran a hikûmeta Îslamiya Îranê, li Dîwandereyê 3 welatiyên Kurd, xistin bin çavan.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, roja Înê 5’ê çileya pêşîn a 2014’an, 3 ciwanên Kurd ên gundê “Kêle kebûd” ê ser bi Dîwandereyê ku ji yek malbatê ne, ji aliyê hêzên ewlekarî ên Sipaha Pasdaran ve hatin girtin.

Peyamnêrê Kurdpa li dîwandereya rojhalatê Kurdistanê, nasnameya wan 3 kesane; Şaho, Ferzad û Hêmin Mûradî (miradî) diyar kir.

Tê gotin, 3 birayên nav borî li mala xwe, di Gundê “Kêle Kebûd”de hatin binçav kirin.

serbarê serdana malbatên girtiyan bi navenda Sipaha Dîwandere yê, heya niha ji çarenivîs û sedemên girtina wan kesane agahiyek bi dest neketiye.

Bi piştgiriya Navenda Serjimêriya ajansa nûçegihaniya Kurdpa, di meha dawîn a payîza ev sal de, 15 hemwelatiyên Kurd ji aliyê navendên ewlekarî ên hikûmeta Îslamiya Îranê ve hatine binçav kirin û girtin.