Bin çavkirina welatiyekî li Bokana Rojhelatê Kurdistanê

14:11 - 23 Çirriya paşîn 2014
Ajansa Kurdpa: Hêzên ewlekarî ên hikûmeta Îslamiya Îranê, welatiyekî Bokanî li bajarê Miyanduavê, xistin bin çavan û 2 çalakvanên olî (mezhebî) li Sine û Kamyaranê, Îtilaata Îranê pirs ji wan kirin.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, hemwelatiyekî Kurd xelkê gundê “Gamêşgolî” li devera Aleşîna Bokanê, bi sedemeke ne zelal ji aliyê hêzên ewlekarî ên hikûmeta Îranê ve, hat girtin.

Peyamnêrê Kurdpa li Bokanê navê wî welatiyê binçavkirî ê kurd, Seîd Sipahî ragihand.

Ew hemwelatiye ku cotkar û xîzandar e jî, Seşmiya hefteya borî ji aliyê Îdareya Îtilaat a Miyanduavê ve hat binçavkirin. Ji sebebên girtina wî welatiyê Kurd heya niha tu zaniyarî bi malbata wî û keskî din re nihatiye ragihandin.

\"23265.jpg\"
Ji aliyekî din ve 2 çalakvanên Kurd ên olî, endamên Mekteba Quran, yên bi navên Muxtar Hedayetî û Esed Peyk birîz, li bajarên Sine û Kamyaranê bi îdareya Îtilaat, hatin sewq kirin.

Du çalakvanên navbirî ên girêdayî Mekteba Quranê, ji aliyê hêzên ewlekarî ên hikûmeta Îran ê ve ketin ber pirs û lêkolînan.

Mekteb Quran rêxistineke olî ye kû girdayên wê rêxistinê, bi piştgiriya axaftin û nivîsên Ehmed Moftîzade (derbareya ola Îslamê de), rê nîşandana xelkê bi bê têkiliyên siyasî encam didin.