Bilindtirîn çiyayê Îlamê ji ziblan paqij bû

14:23 - 26 Adar 2015
Ajansa kurdpa: Hejmarek ji çalakvanên hezkiriyên xwezayê, mezintirîn zinarên parêzgeha Îlama rojhilatê Kurdistanê (Kebîrkûh), ji zibil û paşmayên seyrankeran pak û xawên kirin.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa,hejmarek ji xortên Kurd ên Dereşar a ser bi Îlamê, di çalakiyeke jîngehparêzî de, zêdeyî 200 kîsên ziblan ji çiyayê “Kebîrkûh”(zinarê mezin) berhev kirin.

Hezkiryên xweza û ekolojî, armanca xwe ji wî karî; parastina çanda jîngehparêzî û berfireh kirina durişma hezkirina surişt û jîngehê destnîşan kirin.

Çalakvanên jîngeh parêzî li Îlamê her wiha amaje bi vê yekê jî kirin ku çalakiyên wan dê heya 13 rojan bidom in.

“Kebîrkûh”(zinarê mezin) bi 150 km dirêjayî, wek mezintirîn deverên Îlamê tê naskirin. Parêzgeha Îlamê xwedî 1665 hiktar daristan û zozan e.

Hemwelatiyên Kurd bi şêweyên cihê reng hestên xwe bi siruştê re didin nîşan dan. Bi awayekî ku di du salên borî de bi çalakiyên parastina jîngeh û ekolojî wek; dev berdan ji nêçîrê (tevî qazancên vê), şikandina qefesan, azadkirna firende û çivîkan, herwiha paqijkirina xwezayê ji ziblan û bi şûnde çandina daran, peymana xwe bi siruştê re dane girêdan.
Hêjayî gotinê ye di wan hestên bi coş ên welatiyan de, hikûmeta Îranê ne tenê tu beşdariyan nake, belkî di demên agir pêketina daristan û zozanên Kurdistanê de jî (bi sedemên nediyar û bi pilan de) di vemirandina agir de, bi hemwelatiyan re nabe alîkar. 

\"25630.jpg\"

\"25632.jpg\"

\"25634.jpg\"

\"25633.jpg\"