Bilavokek Xwendekarî a bi navê “Şîpa” li zanîngeha Razî a bajarê Kirmaşanê ber bi daxistinê diçe

15:14 - 15 Kanûna Paşîn 2013
Ajansa Kurdpa: bilavkao Xwendekarî a zanîngha Rzaî a Kirmaşanê paş çap bûna yekem hejmara xwe,ber bi girêdanê çûye.

Li gor nûçeya gihiştî bi ajansa Kurdpa: bilavoka Xwendekarî a “Şîpa” ku bi du zimanên Kurdî û Farisî çap û bilav dibû, ji aliyê berpirsyarên zanîngeha Razî îzna çapê jê hate sitandin. Berpirsyaên zanîngeha Razî ragehandine ku bilavoka han berê ji aliyê hejimarek ji Xwendekarên din îzna bilav kirinê vergirtine û dibe careka din îzna bilav kirinê bo bihê wergirtin.

Xwendekarên Kurd ên zanîngeha Razî serbarî lêpirsîn û berçav girtina
\"10725.jpg\"align=\"right\" />
birgeyên yasayî,nekarine îzna bilav kirinê wergirin.

Çavkaniyek haydar li zanîngeha Razî bi Ajansa Kurdpa,ê ragehan: niha çi bilavokek Xwendekarî û navendên wêjeyî ên Kurdî li zanîngeha Razî çeleng kar nakin û ewe di çaxekê deye ku bilavok û navendên ne Kurd bi azadane çelengiyan birêve dibin.

Li meha Pûşpera a îsal bilavoka Ferhengî- wêjeyî a “Zarûyî Waran” ji aliyê Îdareya kar û barên Ferhengî a zanîngeha Azad a bajarê Kirmaşanê ber bi girêdanê çû.her wiha di sala 1384 a rojî de hejimarek din ji bilavokên vê parêzgehê wek : Tirûske û Birûske hatin girêdan. Niha 13 hezar û 122 xwendekar li zanîngeha Razî a Kirmaşanê dersê dixwînin ku piraniya wan xelkê Kurdistana Îranê ne.