Bilavokek Dinê a xwendekarî li zanîngeha Kirmaşanê hat daxistin

14:19 - 23 Adar 2013
Ajansa Kurdpa: Bilavoka Xwendekariya “Bêstûn”li zanîngeha “Razî”a Kirmaşanê piştî 5 salan çalakiyên çandî di zankoyê de, ber bi daxistinê diçe.

“Pûrya Sultanî Muqîm” sernivîskarê bilavoka Xwendekarî a Bêstûn di hevpêvînek telefonî de jibilî piştrast kirina vê nûçeyê bi ajansa kurdpa,ê ragehand: Roja Duşemiyê berwar 18’ê adarê ji aliyê cêgirê pişka çandî a zanîngeha “Razî”a Kirmaşanê hatiye haydar kirin ku seva nivîsîna babetekê li ser “bizava pêşveçûna dosyeya “Setar Bihêştî”edî nikarin bilavoka Bêstûn çap û bilav kin.

Sernivîskarê Bêstûnê da xuya kirin: cihê têfikrînêye çima piştî derbas bûna 3’ê mehan ji derbas bûna dosyeya “Setar Bêhêştî”,hemû çalakiyên xwendekarî yên zanîngehê di bin çavedêriya “Hiraseta Zanîngehê deye”û niha kevtine hizra daxistan bilavoka Bêstûn.

Sultanî Muqîm basê vê yekê jî kir, ku du salan beriya niha li ser sikalaya Rojnameya Kêyhan bi sernivîskariya “Husên Şerîetmedarî” bi tawana piştevanî ji Mîr Husên Mûsevî û Mehdî Kerubî” bilavoka bêstûn bo heyamê 3’ê mehan hat ragirtin.

di bilavoka Bêstûn de 35 kesan bi avayê serbixwe xebat dikir û d sala 2009’an bi zimanê Farsî û di 500 hejmaran de di nawa zanîngeha Kirmaşanê de çap û bilav dibû û hejmarek nûçeyên zanîngehê û her wiha hejmarek raport û gotar dihatin bilav kirin.

Li destpêka dehika 80’an de şopek bilavok û govarên xwendekarî li Kurdistana Îranê û di nava vê zanîngehê de ku xwendekarên Kurd têde bûn pişikdar bûn û tenê li Kirmaşanê govarên xwendekarî yên: Zaroy Waran, Tirûske, Birûske û Bêstûn dihatin bilav kirin ku hemû rûberûyê girêdanê bûn.