Bikaranîna madeyên hişber mirina du welatiyên Kurd bi pey xwe hişt

14:52 - 11 Nîsan 2015
Ajansa Kurdpa: Du hemwelatiyên Kurd li bajarên Riwanser û Urmiyeya rojhilatê Kurdistanê, bi sedema bikaranîna nedurist a madeyên hişber, jiyana xwe winda kirin.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, nûciwanekî Riwanserî roja çarşemî 8`ê nîsana 2015`an, bi sedema bikaranîna madeyên sirker jiyana xwe ji dest da.

Peyamnêrê Kurdpa li Riwanser nasnameya wî ciwanî, Wefa Gulmohemmedî temen 18 sal ragihand û wiha bilêv kir: Wî xortê Kurd bi sedema bikaranîna derziya madeyên hişber li ser leşê xwe, di bilindiyên derdora bajarê navborî, termê wî hatiye dîtin.

\"25883.jpg\"
Wefa Gulmohemmedî bi lêdana derziya madeyên hişber bi leşê xwe dawî bi jiyanê anî
Otopsî (bizişk yasa) ya Îranê îlan kiriye: Bi awayekî navînî rojane 11 kes bi sedema tûşbûn bi madeyên hişber jiyana xwe ji dest didin.

Ji aliyekî din ve peyamnêrê Kurdpa li Urmiyeya rojhilatê Kurdistanê ragihandiye ku welatiyekî Kurd li devera Tirgever a wî bajarî bi sedema bikaranîna bêrêje ya madeyên hişber jiyana xwe winda kiriye.

Nasnameya wî kesê eyaldar ku bi rêya madeyên hişber dawî bi jiyana xwe anî, Nuredîn Husênpûr hat ragihandin. Bi gotina peyamnêrê Kurdpa ;ew çendîn sal bû tûşî wan madeyên malwêranker bibû.
Pêştir jî serpereştê Nivîsgeha Navenda Dijayetî kirina ligel madeyên hişber ragihandibû: Sedî 63 ji kesên ku madeyên sirker bikartîn in, xîzandar in. Wê Navendê herwiha destnîşan kir ku sedema sedî 56 ji jihev cihê bûna jin û mêrdan bikaranîna medeyên hişber e.