Bikaranîna madeyên hişber li cihên giştî
14:12 - 1 Kanûna pêşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Di çend rojên derbazbûyî de komek Fîlm û wêne li torên civakî de hatin bilavkirin, ku ew yek nîşan dide ku niha di roja ronahî de, li cihên giştî mîna park û mêtro û çayxanan de bi eşkere madeyên hişber bi kar tînin.
Nûçegehaniyên hikûmetî di vê derheqê de gotûbêjek tevî berpirsên pêwendiyên giştî ên kompanyaya Mêtro amade kiribû, û navbirê haşa ji vê tiştê dike û got: “Pirsa han dûr e ji rastiyan û bê şik ev wênane bo xirabkirina navê mêtro hatine bilavkirin”.
Her di vê derheqê de “Murteza Telayî” cîgirê serokê şêvra bajarê Tehranê di malpera “înistagiram”a xwe de nivîsandiye: “Mêtro baştrîn cih e bo serhildana xisarên civakî, û ev wêne ku hatine bilavkirin jî bi tevahî rastî ne, û bikaranîna Şîşe li mêtroyê de bûye pirsek asayî û berpirsên mêtroyê li cihê haşakirinê pêdvî ye ku daxwaza lêborînê bike û rêçareyeke baş bo arîşeya han bibîne”.
“Armanê Êmroz” di raporekê de basa serhildana vê pirsê dike û dinivîse, Niha bikaranîna madeyên hişber di Îranê de bûye pirseke asayî û bi awayekî ku ev kesên ku tu zanyarî tevî madeyên hişber nebin, dikarin li cihên giştî zanyarî wergirin.
Bilavbûna nûçeya han di demekê de ye, ku Elî Xamineyî bo cara duyem nameyekê pêşkeşî ciwanên Rojavayî kiriye û ji wan re dibêje: “Welatê me dikere mînakek baş be bo jiyan û pêşeroja we û welatên Rojavayî be”.