Bikaranîna madeyên hişber li bajarê Sine

14:22 - 5 Kanûna Paşîn 2013
Ajansa Kurdpa: Rejîma Îranê wekî gelek herêman, li Rojhilatê Kurdistanê jî di çarçoveya belavkirina madeyên hişber de siyasetek qirkirinê dimeşîne. 

Li gorî daneyên fermî yên polîsên Îranê, tenê li parêzgeha Sineyê ku weke serbajarê Rojhilatê Kurdistanê tê zanîn 21 hezar kes madeyên bi kar tînin. Her wiha, di warê xwekuştinê de li Îranê herêma kurdistanê rekor şkandiye. Bi taybet li bajarên Sine, Îlam, Kirmanşan û Hemedan di rêzên yekemîn de ne. Li gorî hin lêkolînan, rêjeya xwekuştina heftane li Îranê 13 ye û ev rêje tenê li Îlamê 4 e. 

Li gorî hin kesên di derbarê van navendan de agahdar, kesên li van cihan demekê dimînin, bi îşkenceyên giran re rû bi rû dimînin û gelek ji wan bi nexweşiyên psîkolojîk dikevin. Li gorî pisporên ku karesata bikaranîna madeyên hişbir li Îranê dişopînin, mafyayek girêdayî Supaya Pasdaran (artêşa Îranê) bi taybetî li Rojhilatê Kurdistanê bi tor û komên taybet, madeyên hişbir di nav ciwanên kurd de belav dike.

Li gorî agahiyên civaknas, parêzvanên mafê mirovan û saziyên mafê mirovan ên Rojhilatê Kurdistanê dane, li Îranê rêjeya xwekuştinê gihiştiye asteke metirsîdar. Bi taybet li çar bajarên Rojhilatê Kurdistanê Îlam, Kirmanşan, Sine û Hemedan di rêza yekem de ne. Li gorî hin daneyên van çavkaniyan li Îranê heftane 13 kes xwe dikujin, lê ev rêje li Îlamê heftane 4. Endama Koordînasyona KJB’ê Besê Şîmal diyar kir ku Miroveke xwe dikuje mîsoger e ku di nava bêhevitiyeke pirr kûr û bêçare de biryara dawî anîna li jiyana xwe dide.

Li gorî gotina Dr. Cafer Buelherî Serokê Enstûtiya Psîkolojiyê Beşa Sosyolojiyê ya Tehranê; li Îranê her sal 60 hezar kes dikeve nava hewldana xwekuştinê.

 Li gorî Sekretera Encûmena Beşa Psîkolojiyê Pervîz Muzahirî; li Îranê ji %25’ê civakê pirsgirêkên xwe yên psîkolojîk hene. Li gorî daxuyaniyên fermî yên tenduristiyê ya dewletê îsal li gorî salên berê li Îranê 9.4 qat xwekuştin, zêde bûye. 

Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê ne tenê xwekuştina jinan, tundû ujî li hember jinan, fihûş, Sêksî (fihûşa fermî bûyî), bikaranîna madeyên hişber, qetilkirina jinan, darvekirin û hê gellek mijarên din yên jêdera xwe ji zayendparêziya civakî digire, bi awayeke kûr têne hene.

 Li gorî lêkolînên hatine kirin zêdetir sedemên ku dihêle jin xwe bikûjin wiha ne; pirsgirêkên malbatî, hezkirina kêm, zewaca zû, ferqa temen ya dinavbera jin û mêr de, ne lihevkirinên dinavbera hevseran, zewaca bi çend jinan re, bê eleqetiya li hember karên malê, telaq, tabû û xizaniye.
Li Îlamê %80 jinên xwe dikujin jinên ciwan in,ji vana jî %18 ji ber derbaskirina depresyonê xwe kuştine. %14 ji ber bêbextiyên di mijara namûsa malê de û %8 jî ji ber xizaniyê ye.

Jêder: ANF