Bihagiraniya nan û ard li Îranê bandor li ser parvekirina ard danî

20:26 - 13 Kanûna pêşîn 2014
Ajansa Kurdpa: Piştî bihagiraniya nan û madeyên xwerinê, di deverên Kurdakincî yên Îranê de, li pişka ard ya wan deveran, ji her telîsek ard kîlo û nîvek hat kêm kirin.

Ligorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, pişka ard ya her welatiyekî li Îranê, bi biryara dewletê, ji 9 kîloyan bo 7 kîlo û nîvan hat kêmkirin û bû sedema vê yekê daku pirsgirêk bo hemwelatiyan û nanevaxan derkevin holê.

Ji 1’ê Çileya Pêşîn a 2014’an, bi boneya biryareke dewleta Îranê nirxa her nanek ji 160 Tûmenî bû bi 208 Tûmen ku bi danberhev ligel sala borî sedî 30 bilind bûn bi xwe we dîtiye.

Salih Mihemedî, berpirsê berê yê yeketiya nanevxaneyên Seqizê a Rojhalatê Kurdistanê bi nûçegihaniya “Mêhr” re got: 2 roj piştî giranbûna nan, nirxa ard jî bi lez sedî 30 bilind bûn bi xwe girt.

Wî berpirsî herwuha ragihand ku di demekê de ku dewletê soz dabû giranbûna nan ê li gorî berjewendiyên nanxaneyan be lê berevajî vê yekê, ev kiryara zirara nanxaneyan bi pey xwe hişt.

Berpirsê îdareya Dexlûdan a Pîranşehrê, sedema kêm kirina pişka arad ya hemwelatiyan hejmara zêde ya nanxaneyan di gund û bajarên Kurdistanê de ragihand ; eva di demekê de ye ku bi gotina karzanan kêm kirina pişka ard bi sebeba ambargoyên aborî yên li ser welatê Îranê de ye.
Li gorî biryara dewleta Îranê, nanê Sengek ji 600 Tomenî bo 780 Tomen, nanê Lewaşe ji 160 bo 208, semon ji 300 bo 390 û nanê semoneyê rûnî ji, ji 500 bo 650 Tomenî giran bûye.

Zêde bûna nirxa nan di demekê de ye ku evsal nirxa pêşniyara dewletê bo kirîna genim gor salên borî, tenê sedî 10 zêdebûn bi xwe girtiye.