Bidestveanîna şanaziyan ji aliyê werzişvanên Kurd ve berdewam e

20:59 - 25 Şibat 2016
Ajansa Kurdpa: Serketinên xortên Kurd ji bo bidestveanîna mîdalên şanaziyê di warê werzişvaniyê de, di asta Îranê de berdewam e, û carekî din ciwanekî Kurd karî şanaziyekî din di warê werzişa Jiminastîk de bi dest ve bîne.

Li gor nûçeya gihiştiye malpera Ajansa Nûçegehaniya Kurdpa, ciwanekî Kurd bi navê “Pêdram Zahidî” û xelkê bajarê Sine, karî şanaziya bidestveanîna mîdala zêr li beşa werzişa Jiminastîk bo xwe tomar bike.

Pêşbirkiya pehlevaniya ciwanên Îranê, bi beşdariya ciwanên 15 parêzgehên Îranê li warê Jiminastîk li Kerecê bi rê ve çû.

Ciwanê Kurd karî li sê beşên, livlivîna ser erdê, û pehlevaniya pehlevanan, û...hwd de serketin û mîdala zêr bi dest ve bîne.

Di vê pêşbirkiyê de, sê ciwanên jimnastîkvanên Kurd bi navên “Pêdram Zahidî, Armîn Dûstî û Mîlad Mihemedî” beşdarî di vê pêşbirkiyê de kiribûn.