Bîcar/ Belav bûna gazê Xwendevanên dibistaneke amadeyî nexweş xistin

18:40 - 20 Kanûna Paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Belav bûna bîhna gaza sobeyekî li dibistaneke bajarê Bîcar ê rojhilatê Kurdistanê, nexweşiya hejmarek ji xwendevanên wê xwendîngehê bi pey xwe anî.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, bi sedema pirsgirêkên boriya sobeya gazê a dibistanke bajarê Bîcarê, 9 hînber (xwendevan) bi belav bûna gazê, tendurustiya normal a xwe winda kirin û ew ber bi nexweşxaneyê ve birin.

Wezîfedarekî Îdareya Perwerde û Hînkirina bajarê Bîcar, nûçegihaniya “Tesnîm” agahdar kiribû ku kêmasbûna boriya sobê sedema sereke ya wê bûyerê tê hesibandin ku nêz bû xwendevanan ber bi sînorê mirinê ve bibe; lê bi zû eşkerebûna bûyerê, xwendevanên nexweş hatin tedawî kirin û ji mirinê filitîn.

Bûyerên bi vî awayî ku agir pêketina diltezîn a dibistana Şînavê a Pîranşehrê bi bîra mirovan tîne, di demekê de ye ku îdareya Perwede û Hînkirina Bîcarê pêştir ragihandibû: Sedî 99 ji pol (kilas) ên dibistanê Bîcar, bi sîstema germ kirinê ji riya germahiya navendî ve tê kontirol kirin.

Hêjayî gotinê ye beriya niha bi du hefteyan, dibistana navendî a gundê “Almalu ”ê ser bi Kotol a bajarê Xoy li rojhilatê kurdistanê jî agir pêketibû, lê tû ziyanên canî bi pey xwe nehîştibû.