Bi teqeya hêzên leşkerî li ser sînorê bajarê Baneyê kolberek hate birîndarkirin

17:53 - 30 Îlon 2020

Roja Çarşemî 9`ê Rezberê, kolberekî Kurd yê bi navê “Îdrîs Barzan” temen 45 salî û xelkê bajarê Pîranşehrê bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê li ser sînorê Baneyê bi awayekî dijwar hate birîndarkirin.

Ew kolbere di wê bûyerê de lingê wî bi awayekî dijwar birîndar bibû û bo tedawiya pizîşkî bo nexweşxaneya bajarê Baneyê hatiye veguhastin.

Hêzên leşkerê kelûpelên wî kolberî zevt û digel xwe birine.

Ew kolbere digel hejmarek ji kolberên din bi bê agehdarkirina berê rastî gullereşandina rasterast a hêzên leşkerî hatibûn.