Bi teqeya hêzên Întizamî yên Îranê, kolberek birîndar bû

21:11 - 1 Çirriya pêşîn 2017
Ajansa Kurdpa: Hêzên Întizamî yên Hikûmeta Îranê, di bajarê Serdeştê de teqe li kolberekî kurd kirin, û di encamê de jî, ev kolberê kurd bi dijvarî birîndar bû.

Li gora nûçeya gihîştî Ajansa Nûçegîhaniya Kurdpayê, roja Şemî 9`ê Cotmeha 2017`an kolberekî kurd yê xelkê yek ji gundên bajarê Serdeştê bi teqeya hêzên Întizamî yên Hikûmeta Îranê hate birîndarkirin.

Nûçegihanê Kurdpayê, nasnameya wî kolberî kurd “Siyamend Rastgû” kurê “Luqman” û xelkê gundê “Mîrava” a ser bi bajarê Serdeştê daye zanîn.

Hêzên Întizamî di cihê bi navê “Weznê” ev kolberê kurd dane ber gulleyan, û di encamê de jî navbirî bi dijvarî birîndar bûye.

Herwiha “Siyamend Rastgû” ji bo çareseriya xwe ji bo yek ji nexweşxaneyên bajarê Urmiyê hatiye veguhastin û heyanî vê demê jî li jêr çavdêriya pizişkî de ye.

Karnas û mafperweran dîtingeha wan wiha ye ku, li gora yasaya bikaranîna çekê, teqekirin li kolberan, binpêkirina yasayê bixwe ye.

Li gora amarên tomarkirî yên di navenda amara Ajansa Nûçegîhaniya Kurdpayê, di meha Çileya Paşîn heyanî meha Tebaxê, di heyama 8 mehên sala 2017`an de, bi teqeya hêzên hikûmetî , teqîna Mayînan, Renî, sir û seqem, berbûn ji bilindahiyan, êrîşên hêzên Întizamî , kuştin û birîndarbûna kolberan di riya hatûçûnê de, 149 kolber birîndar û jiyan a xwe ji dest dane.