Bi Serbaz girtin Angu bi Eskerî birina bi zorî li Herêmên Kurd’akincî û Birçîtiya Serbazan li heyva Remezanê de

15:41 - 30 Tîrmeh (Temûz) 2012
Ajansa Kurdpa: di Heyvên Bihorî de Pasga û Binkeyên serbaziyên Îranê li Herêmên Kurdistanê, dest bi Serbazgîriyê kirine.

Rapora Kurdpa li ser serbazgîriya li Kurdistanê û Pirsgirêkên Eskerî li heyva Remezanê de.

Pêka Rapora Kurdpa, hin ji Ev kesên ku berîtir ketibûn hola Sekinîn ji bo Serbaziyê, niha Navê wan derketiye û li Bajar û Gundan, Hêzên Pêwendîdar dest bi Serbazgîriyê kirine.
\"5470.jpg\"
Hin ji wan kesên ku navên wan hatiye, dibêjin: hekî navê kesekê bê û neçe Serbaziyê, Binkeyên Ewlehî wî kesî dest bi ser dikin û hekî navê kesekê nehatibe, Hoşdariyê didin wî ku biçe xwe bide nasandin.

Li gor Nûçegihanê Kurdpa, her kesek navê wî derketibe holê, û xwe nede nasandin, kesek ku wî bide nasandin, yê 120 hizar Tumenan diraf wergire.

Her di wê warê de li Bajarê Sine hatiye zanîn ku rojane gelek Genc seva Serbaziyê tên dest biserkirin.

Serbazên Reviyayî tên Binçavkirin û Muhakîmekirin
Dayîna Xebatê bi ev kesên ku Navê wan ji bo serbaziyê hatiye, qedexe ye û her kesek Serbazan weke Kedkar bide Xebatê, cara yekê 950 Hizar mTumen û cara din 3 Qasî dibe bide.
\"5471.jpg\"
Yasaya Serbazgîriyê li Îranê

Li Madeya 4’ê a Eskerî Pejirandiya sala 1363 a Hukûmeta Îranê de hatiye Dema Eskerîkirinê 30 sal e û cara yekê 2 sal bi Navê Hewcehî û cara 2’ê dewra Haydarî angu Ihtiyatê ye ku 8 sal e, cara 3’ê 10 sal e ku dema Paşkevta yekê ye û cara Çarê jî Paşkevta 2’ê ye.

Her wisa di wê Yasayê de Izn ji Şewra Bilind a Bervaniyê re hatiye dayîn ku hekî Xwaziyar ji Eskerên hewcehî zaftir bin, ev dema Eskeriyê were nizimkirin ji bo dema 18 heyvan.

Di dema niha de heyamê Serbaziyê li Îranê 18 heyv e, lê belê li cihên Kêmpêragehiştî de 17 heyv û li Herêmên Sînorî de 16 heyv in.
\"5469.jpg\"
Rewşa Eskeran di heyva Remezanê de

Rojîgiriya Zoremilî li Serbazgehan de rewşek ne asayî ji bo Eskera li hev aniye.

Yek ji Eskerên Sineyî ji Nûçegiihanê me re dibêje: “beriya Paşîvê Têştekî gelek kêm didim me û heya dema Berbangê nahêlin em tiştekê bixwen.

Wê Serbazê da zanîn: em xwe jî nikarin tiştekî ji bo xwarinê pêk bînin û xwarin û vexwarin bi giştî qedexe ye. Bi wê werzê a Germe Havînê em mecbûr in ku bi Rojî bin.