Bi sedema vîrosa Koronayê hepsiyekî din canê xwe ji dest da

19:05 - 8 Tîrmeh (Temûz) 2020

Roja Sêşemî 7`ê Tîrmeha 2020 an, hepsiyek bi navê “Rostem Qurbanî” xelkê gundê “Bizuş” û rûniştiyê bajarê Kamyaranê, bi sedema tûşbûn bi vîrosa Koronayê, canê xwe ji dest da.

Ew hepsiyê Kurd, rêkevta 23`ê Hezîranê, piştî tûşbûn bi vîrosa Koronayê, di girtîgeha bajarê Kamyaranê bo nexweşxaneya wî bajarê hate veguhastin.

Heya niha berpirsên girtîgeha bajarê Kamyaranê bi awayekî fermî can ji dest dana wî hepsiyê Kurd bi sedema vîrosa Koronayê ranegihandine.

Ew hepsiye pêş ji dawî hatina heyama murexesiya xwe bo tedawiya pizîşkî di nexweşxaneyê de hatibû murexes kirin û di mala xwe, bin çavedêriya pizîşkî de bû.