Bi sedema teqîna paşmayiyên şer, du welatiyên Kurd bûne gorî

20:35 - 16 Çirriya pêşîn 2018
Ajansa Kurdpa: Du welatiyên Kurd yên xelkê bajarê Mêhran a girêdayî parêzgeha Îlamê, bi sedema teqîna alavên paşmayî yên şerê di navbera Îran û Îraqê de birîndar bûn.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Duşemî 23`ê Rezberê (15`ê Çiriya Pêşîn) du hevwelatiyên Kurd yên xelkên bajarê Mêhranê, bi sedema teqîna alavên paşmayî yên şer birîndar bûn, û ev bo navenda dermanî ya parêzgeha Îlamê veguhastin.

Nasnameya kesên birîndar, “Hedîs Seiyîdî” temen 23`ê salî, û “Riza Seiyîdî” temen 22 salî hatiye ragehandin, her birîndar xûşk û bira bûne û rewşa gitş ya yek ji wan xirab hatiye ragehandin.

Di sala 1382`an de jî, du mamên wan kesên birîndar yên bi navên “Şehram û Behram Sêyidî” bi sedema teqîna mînê canê xwe ji dest dabûn.

Tejîbûna deverên sînorî yên Kurdistanê, bi mîn û paşmayiyên şer di demekê de ye, ku di heyama salên borî de, berpirsên hikûmeta Îranê, çendîn caran derheq paqijbûna wan deveran, û ewlehîbûna hatçûna çodar û xwedîpez û zarokan, û misafir û torîstan di wan derveran de axavtine.

Welatê Îranê, bi hebûna bi qasî 16 milyon mînên çandî, wekî duyemîn welatê dagirtî bi mînan di cîhanê de, hatiye naskirin.

Îran ji wan welatên etnîkî ye ku peymana Otawayê vajo nekiriye, û peymana Otawayê, peymanek e ku welatên endam, ji berhemanîn, firotin, xwedîkirin û bikaranîna mînên dijî mirovan di cîhanê de, bê par dike.