Bi sedema teqîna mînê kesek li Qesra Şîrîn birîndar bû

20:57 - 12 Kanûna Paşîn 2016
Ajansa Kurdpa: Bi sedema teqîna mînên bi cih mayî ya şerê 8 sale di navbera Îran û Îraqê de hemwelatiyek bi navê Mihemedce’fer Çeraxî li Qesra Şîrîn birîndar bû.

Li gor nûçeya ku gihiştiye Ajansa Nûçegehaniya Kurdpa, piştî 26 sal derbazbûna bi ser şerê 8 sale di navbera Îran û Îraqê de hêj paşmaweyên mînan di kurdistanê de mane û niha jî xelkê Kurdistanê goriyê mînên çandî dibin û her di vê dawiyê de hemwelatiyek kurd bi navê Mihemedce’fer Çeraxî di dema çerandina pez li Qesrşîrîn bû goriyê wan mînan.

Tê gotin ku ev hemwelatiyê Kurd pêyê wî yê rast ketiye ber teqîna mîn û pişt re şandine bo nexweşxaneya bajarê Qesrşîrîn û niharî di bin çawdêriya pizişkî de ye.

Di destpêka îsal heya niha 24 hemwelatiyên kurd li bajarên sînorî bûne goriyên mînan bigiştî 6 kes hatîne kuştin û 18 kes jî birîndar bûne.

Qesrşîrîn li rojawaya parêzgeha Kirmanşan hiketiye û 27 hezar kes heşîmet heye û 186 hezar kîlûmêtir tevî kurdistana başûr hevsînor e.