Bi sedema teqîna “Mîn”ê hemwelatiyekî Seqizî birîndar ket

16:06 - 29 Nîsan 2017
Ajansa Kurdpa: Bi sedema teqîna Mînek bicih mayî li yek ji gundên ser bi bajarê Seqizê, hemwelatiyek bi tundî birîndar ket.

Li gorî nûçeya gehiştî destê Ajansa Nûçegihaniya Kurdpa yê, roja Înê berwarê 28’ê Nîsana 2017’an, li rex gundê “Cewşen” a ser bi herêma “Serşîw” a Seqizê, hemwelatiyek bi nave “Ehmed Xolamî” yê 48 salî piyekî xwe jidest da.

Nûçegihanê Kurdpayê li deverê ragehand ku, navbirî tevî malbata xwe bona geşt û seyranên Boharê serdana devera Serşîwê kiribû.

Ehmed Xolamî xelkê gundê “Şerîfawa” ya ser bi bajarê Seqizê ye ku di dema geriyana bi dû “Pancar” ê Boharê de, li nêzîk payga ya “Berde Qawirme” diçe ser mînê û piyekî xwe jidest dide.

Komnekirina mînan li derdora paygayên çolkirî ên rejîmê li gund û çiya û zozanên Kurdistanê, û baran barîn û rabûna lehiyê dibe sedem ku ew mîn, ji cihê xwe derkewin û biherikin û di encam de, bi sedema teqîna wan, hemwelatiyên Kurd dibin qurbanî.

Eva di demekî ye ku di heftiya derbazbûyî de jî, hemwelatiyekî bajarê Şinoyê bi navê “Mewlûd Ezîzî” ku bi merema komkirina Pancar rû li çiyayên Kurdistanê kiribû, bi sedema teqîna mîn piyekî xwe jidest da.

Li parêzgehên Urmiye û Sine û Îlam û Xûzistanê, li panahiya 4 milyon û 200 hizar hiktaran de, pitir ji 16 milyon mîn hatine çandin.