Bi sedema teqîna lûleyên gazê, dayîk û du zarok mirin

20:59 - 13 Şibat 2016
Ajansa Kurdpa: Belavbûna gaza Kerbûnîk di malbatekî Kamyaranê de, bû sedema vê ku 3 kes ji endamên wê malbatê canê xwe ji dest bidin.

Li gor nûçeya gihiştiye Ajansa Nûçegehaniya Kurdpa, 3 kes ji endamên malbatekî Kurd li bajarê Kamyaranê ser bi parêzgeha Sine bi sedema pestana Gaza Kerbonîk canê xwe jidest bidin.

Li gor nûçeya ku gihiştiye Ajansa Nûçegehaniya Kurdpa, Sureya Kemanger keça Elî 35 salî, Aran Rehîmî 8 salî û Sara Rehîmî 5 salî di bûyera han de canê xwe ji dest dane.

Çavkeniyekî haydarî wî malbatî ragehand ku Hewram Rehîmî bi sedema hejariyê, heyameke bo kedkariyê çûye Başûrê Kurdistanê û bi sedema vê bûyerê, roja derbazbûyî ziviriye bajarê Kamyaranê.

Heyamek berî niha jî bûyerekî wisa li bajarê Seqiz ruda ku dayîk û zarokek bûne gorî Gazê.

Tevî destpêkirina sir û seqemê, amara goriyên Gazê di bajarên Kurdistanê de zêde bûye.

Di destpêka îsal heya niha di Îranê de 318 kes bi sedema teqîna lûleyên gazê canê xwe ji dest dane û di asta cîhanê de, welatê Îranê di rêzbenda yekem da ye di warê goriyên gazgirtinê.