Bi sedema teqîna kepsola gazê 3 kes hatine kuştin û birîndarbûn

17:44 - 4 Tebax 2020

Roja Duşemî 13`ê Gelawêj, bi sedema teqîna kepsola gazê di yek ji kanêksên berketiyên erdhejê yên bajarê Serpêl a Zehaw, du welatiyên bi navên “Erselan Qezenferî” temen 40 sal û “Elî Eşrefnezerî” temen 42 salî, canê xwe ji dest dan.

Ew du welatiyane xelkê gundê “Zerîn Çûb” a ser bi bajarê Serpêl a Zehawê bûn.

Herwisa di wî bûyerê de zarokekî temen 3 sal jî, tûşî şewitandinê bû û bo tedawiya pizîşkî bo nexweşxaneyê hate veguhastin.

Ew bûyera di demjimêr 7 êvarê bi dema bajarê Kêrmaşanê qewmiye.