Bi sedema lîstin bi madeyên teqînê 14 kesan jiyana xwe ji dest dan
21:39 - 9 Adar 2016
Ajansa Kurdpa: Li bereberê kuleçarşemiyê, bi sebeba lîstin bi madeyên teqînê, di bajarên Kurdistanê de, 14 kes bûne qorbanî.
Li gor nûçeyên belavbûyî, roja Sêşemiyê 8’ê Adara 2016’an, di pêşwaziya rêûresam Kuleçarşemiyê li bajarê Şino yê de, Hemwelatiyekî 22 salî jiyana xwe ji dest da, û 12 kesên din jî birîndar bûne.
Nasnameya wî hemwelatiyê Kurd “Husên Qorbanî” kurê Mihemed hatiye ragehandin.
Berpirsê Îdareya leşsaxî û tendirustiya bajarê Şino, amara kuştî û birîndarên rêûresma kuleçarşemiyê a wî bajarî 13 kes ragehandiye.
Ev hemwelatiyane ji bo çareseriya pizîşkî ji bo nexweşxaneyên wî bajarî hatine şandin , lê belê 4 ji wan hemwelatiyan bi sebeba kûrahiya birînên wan bo yek ji nexweşxaneyên bajarê Urmiyê hatine şandin.
Her di vê derbarê de, hemwelatiyekî din yê temen 13 salî di bajarê Sehne a girêdayî parêzgeha Kirmaşanê, bi sebeba lîstina bi alavên çêkirina teqemeniyan bo roja kuleçarşemiyê, bi dijwarî birîndar dibe û bi sedema kûrbûna birînan piştî derbazbûna hefteyekê bi ser wê bûyerê re, jiyana xwe ji dest dide.
Rêûresima Kuleçarşemiyê yek ji rêûresmên Kevin yên Îranê ye ku bi hilkirina agir di Çarşemiya dawî a salê tê lidarxstin.
Li gor nûçeyên belavbûyî, roja Sêşemiyê 8’ê Adara 2016’an, di pêşwaziya rêûresam Kuleçarşemiyê li bajarê Şino yê de, Hemwelatiyekî 22 salî jiyana xwe ji dest da, û 12 kesên din jî birîndar bûne.
Nasnameya wî hemwelatiyê Kurd “Husên Qorbanî” kurê Mihemed hatiye ragehandin.
Husên Qorbanî
Hemwelatiyekî din yê temen 14 salî bi sebeba teqîna narincekên destçêkirî, di mala xwe de, di bajarê Şino yê de, cavekî xwe ji dest da.Berpirsê Îdareya leşsaxî û tendirustiya bajarê Şino, amara kuştî û birîndarên rêûresma kuleçarşemiyê a wî bajarî 13 kes ragehandiye.