Bi Sedema Lêda Derziyê, Beşek Ji Laşê Zîndaniyek Kurd Ji Kar Dikeve

13:30 - 3 Kanûna Paşîn 2012
Kurdpa: Welatiyek zindanî yê Kurd û xelkê bajarê Serdeştê bi navê Elî Çal, ku bi sedema hevkarîkirin ligel yek ji partiyên Kurd ên dijî Îranê, bi 7 sal zîndanê hatibû hikim dan, bi sedema lêxistina derziyekê ji aliyl dermanxaneya girtîgeha bajarê Mehabadê, beşek ji laşê wî ji kar dikeve.


Li gor nûçeya nûçegihaniya Ajansa Kurdpa li Mehbad, Elî Çal, temen 26 salî û xelkê gundê Çeko ya ser bi devera Suysnayetiya Serdeştê piştî ku bi sedema nexweşbûna xwe serdana dermanxaneya nava zîndanê dike, li encama lêxistina derziyekê her du pêyên wî li kar dikevin û seqet dibe.

Lê ev welatiye ji aliyê berpirsên zîndanê car din bo benda girtîgehê tê şadin, lê seba nerazîbûna xelkê derheq rewşa tendurustiya Elî, navbirî bo nexweşxaneya Urmiyê tê şandin.

Li gor çavkaniya me, Elî Çak hêj nehatiye çareserkirin û rewşa tendurustiya wî roj bi roj xirabtir dibe.