Bi sedema girtina wêneyeke sêlfî keçek xendiqî

17:18 - 28 Adar 2016
Ajansa Kurdpa: “Mêdiya Ehmedpûr” keçka Kurd a xelkê bajarê Serdeştê di dema girtina wêneya sêlfî dikeve nava rûbarê Zapê de û di encamê de jî jiyana xwe ji dest dide.

Li gor raporên belavbûyî, hemwelatiyeke Kurd a temen 12 salî bi navê “Mêdiya Ehmedîpûr” xelkê gundê “Zile” a ser bi bajarê Serdeştê, di dema giritna wêneya sêlfî dikeva nava ava Zapê û jiyana xwe ji dest dide.

Xatû Mêdiya roja Înê digel malbata xwe çûbû seyranê, û tûşî vê bûeyrê bûye.

Piştî vê bûyerê navenda Hewarhatinê a pîzîşkî ji bo çareseriya pîzîşkî diçe cihê ku bûyer lê qewimiye, û lê belê hewlên wan bê encam man.

Termê navbirî ji bo lêkolînên pîzîşkî ji bo nexweşxaneya bajarê Serdeştê, veguhistine.

Rûbarê Zapê yek ji wan rûbaran e ku di hemû demên salê de, pirr av e, û serkaniyên wê ji çiyayên Zagrosê û parêzgeha Urmiyê rêz dibin.