Bi sedema gazgirtinê di kangeha qîrê, kuştin û birîndarbûna 7 kedkaran jê kevt

18:14 - 6 Tîrmeh (Temûz) 2020

Roja Înê 13`ê Pûşper, kedkarek bi navê “Cevad Sabitî” bi sedema gazgirtinê di kangeha qîr a bajrê Gêlan a ser bi parêzgeha Kirmaşanê, canê xwe ji dest da û 6 kedkarên din jî birîndar bûne.

“Kiyûmers Necefî, Mihemedroiza Şukrî, Mihemed Melekî, Ebas Şaveliyan, Muslim Muradî û Ekber Munfrd”, di wê bûyerê de birîndar bûne.

Kedkarên gazgirtî ên bajarê Gêlanê bilî “Ekber Munfird” ku endazyar û xelkê bajarê Şîrazê bûye, ewên dinê, hemû xelkê bajarê Gêlan bûn.

Birîndar bûyên wê bûyerê, bo tedawiya pizîşkî bo nexweşxaneya bajarê Gêlan û Qesra Şîrînê hatine veguhastin.

Rewşa tendirustiya du birîndaran nebaş hatiye ragihandin.