Bi sêdaredana welatiyik ji xelkê Serdeşt, li girtîgeha Ormiyê

18:22 - 3 Çirriya paşîn 2013
Ajansa Kurdpa: hukmê bi sêdaredana welayik Kurd ji xelkê şarê Serdeşt, li girtîgeha sêntrala şarê Ormî, bi rê ço.

Gorekî raporta ajansa ajansa nûçe gihaniya Kurdp, roja Duşem, 11ê Xezelwer, welatiyk Kurd bi navê “ Ezîz Azerî” ji xelkê şarê Serdeşt, li girtîgeha sêntrala Ormî, bi sêdarê dan.

Tê gotin ku Ezîz Azerî midê 2 salan bû ku li girtîgehê hatibû ragirtin û roja borî tev çend kesên din li girtîgeha sêntrala Ormî, bi sêdarê hatiye danê.

Dezgeha dadeweriya hukûmeta Îran, tawana vî welatiyê Kurd, bazirganî kirina narkozan( Mewaddê moxeddir) ragihandine û termê navbirî li roja borî dane malbata vî.

Gorekî statîstîkên tûmar kiriî li sentera statîstîkên ajansa nûçegihaniya Kurdpa, li despêka hatin ser karê Hesen Rohanî heya niha, îro, Yekşem, 12ê Xezelwer, 29 welatityên Kurd bi sêdarê dane.

Ev statîstîka hijmartiye û bi pişt rast bûn bi statîstîkên ajansa nûçe gihaniya Kurdpa tên weşîn, bi bal kêşandin bi rewşa bi sêdaredana veşartiya welatiyên Kurd li girtîgehên Îran, dibe ku hejmara serast ji vê hindê jî zêdetir be.