Bi sêdaredana welatiyik Bokanî li girtîgeha sêntrala Ormî

12:15 - 8 Kanûna pêşîn 2013
Ajansa Kurdpa: hukmê bi sêdaredana welatiyik Kurd ji xelkê şarê Bokan, paşî 6 sal ragirtin li girtîgeha sêntrala şarê Ormî, bi biryara dadgeha dadeweriya hukûmeta islamiya Îranê cîbicî kirin.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, “ Yûnis Bapîrî” 25 salî ji xelkê şarê Bokan ku 6 sal pêş niha hatibû girtin, sibêzûya roja şemî, 16ê Sermawez, li girtîgeha Ormiyê bi sêdaredan.

Yûnis Bapîrî ku li temenê 19 saliyê de bi tawana kuştina enqest hatibû girtin û paşî hukmê sêdarê jêre birîn, sibêzûya roja şemî, 16ê Sermawez li girtîgeha Ormiyê de bi sêdarê hate danê.

Her wisa “ Islam Rizayî” û “ Heyder Şîrî” ji xelkê şarê Ormî ku tev Yûnis Bapîrî bi amanca bi sêdaredan, bi oda teke kesî raguhastibûn, çi zanînik berdest de çinine.

Gorekî statîstîka tûmar kirî li sentera statîstîkên ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, li despêka heyva Sermawezê heya niha (16 rojên borî), gelemper 40 welatî li girtîgehên Îranê de bi sêdarê dane.