Bi sêdaredana girtiyên siyasiyê Kurd, protestoya welatiyan li Merîwanê bi dû ket

12:29 - 6 Çirriya paşîn 2013
Ajansa Kurdpa: hêzên taybet yên hukûmeta islamiya Îran, xweşanîdana welatiyê Merîwanê ku bo protesto kirina bi sêdaredana girtiyên siyasiyê Kurd hatibû pê, bi tundu tijiyê kişandin.

Gorekî raporta ajansa Nûçe gihaniya Kurdpa, îro, Sêşem, 14ê heyva Abana sala 1392, welatiyên xelkê Merîwanê bo protesto kirina sêdaredana girtiyên siyasiyê Kurd li girtîgehên hukûmeta islamiya Îranê rêpîvanik protestoker bi rê xistin.

Ev rêpîvana li paşnîroya îro ji 3rêyana “Şebreng” despêkir û heya 4rêyana serekeya şar domî û protestoker duruşma “ Kurdistan ra Êdam Nekonîd” (Kurdistanê bi sêdarê nedin) hawar kirin.
\"16585.jpg\"
Wirya Tase û Dana Linc Abadî, ji girtiyên rêpîvana protestokera Merîwan
Bi gotina yekik ji keên li wir, hêzên taybet(Yêgan ê Wîjê) , çend kes ji protestokeran girtin.

Kesitiya yekik ji girtiyan, “ Wirya Tase”, xwendekarê zanîngeha “Peyam ê Nûr”a Merîwane.

Her wisa serekaniyik agadar , ji bangkirina “Dana Linc Abadî”,xebatkarik dine xwendekarê Kurd , bas kir.

Yekik ji welatiyên Merîwan li bara vê rêpîvanê bi raportêrê Kurdpa Ragihand: paşî despê kirina vê rêpîvanê ku bi amanca protesto kirina sêdaredana girtiyên siyasiyê Kurd hatê pê, hêzên taybet li nawa şar de belaw bûne.

Paşî hatin pêya vê rêpivanê rewşa şarê Merîwanê ne êmin(Emniyetî) hatiye raport kirinê.

Li çend rojên borî, 3 girtiyên siyasiyê Kurd bi navên “ Hebîbullah Gulperîpûr, Riza Ismaîlî û Şêrko Mearifî” li girtîgehên Ormî, Selmas û Seqizê hatine sêdaredanê.
\"16579.jpg\"

\"16578.jpg\"

\"16580.jpg\"

\"16581.jpg\"

\"16582.jpg\"