Bi rêketina konfiransik ser tawanên hukûmeta islamiya Îran

23:59 - 14 Îlon 2013
Ajansa Kurdpa: li doma sêrî kombûnên komîsiyona mafê mirovê rêxirava netewên yek girtî li Jinêv , konfiransik taybetî ser tawanên hukumeta islamiya Îran ser hevwelatiyên vî welatî birê ket.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, komela mafê mirovê Kurdistan Îran- Jinêv, bi pişkdariya komik ji xebatkarên mafê mirovê Îran û biyanî, konfiransik ser fermana cihada” xumêynî” bi dijî gelê Kurd, kuştina girtiyên polîtîkî li sala 1367, tirora dijaliyên hukûmeta islamiya Îran bi taybet Kurd li Viyen û Birlîn, bi rê birin.

Li qonaxik ji konfiransê de Karîn Parkêr û Juan Firanko Fattorînî, amaje bi kuştina girtiyên siyasî û sêdaredan welatiyên Kurd û gelemper netewên din yên li Îran bi taybet li sala 1367ê de kir û hevdem Fattorînî ragihand, Hesen Rohanî ku niha serokê komara hukûmeta Îrane, DEST li van kuştinan de HEBÛYE.

Fattorînî basa hindê jî kir, tirora protestokeran û bê dengiya naw-netewî ser wan tawana bi BÊDADÎ dijî mirovantiyê binav kir û dawa ji komisiyona mafê mirovên netewên yek girtî kir ku dosyên wan kuştinanê analîz bikin.

Paşî “ Şadî Sedr” amaje bi berpê kirina mafê mirov û bi taybet jinên hewsî kir û desdirêjiya sêksî ser jinan û bi taybet keçên ber sêdaredanê ji aliyên ajanên girtîgehan bi fermana oliya rêberên hukûmeta islamî û çekik siyasî bo şikandina hêza berxwedana hewsiyên siyasî anî hisêb.

Ew xebatkara mafê mirov ewaji xiste berçav ku çendîn berpirsên paye bilindên hukûmeta islamiya Îranê dest li îşkence û cinayetên naw girtîgehand û sêdaredana protestokeran de hebûne.

Paşî “ Diyan Elayî” jine xebatkara mafê mirov basa rewşa Behayiyan li Îranê de kir û got: li midê temenê hukûmeta islamiya Îranê de kuştin, girtin û hewsî kirina Behayiyan pişkik ji siyaseta ji hev cidakerên vê hukûmetê bûye û heya niha jî ew rewş hember Behayiyan didome.

Ev konfiransa ku roja pêncşem, 21ê Xermanan(12ê September) li şarê Jinêv bi rê ço, Dr. Karin Parkir” serokê rêxirava geşandina perwerda naw-netewî, “ Şadî Sedr” damezrênerê rêxirava dadperwerî bo Îran, Juan Firanko Fattorînî” ji rêxirava bizava dijî rasîsm û bo dostinî nawbera gelan û her wisa “ Diyan Elî” nûnerê her timê Behayiyan li rêxirava netewên yek girtî de, pişkdar bûn.
\"15273.jpg\"

\"15272.jpg\"