bi nîşandeka protesto kirina bi sêdaredana girtiyên siyasiyê Kurd, konsolxanaÎranê li Hewlêrê dane ber keviran

19:50 - 9 Çirriya paşîn 2013
ajansa Kurdpa: konsolxana Îran li şarê Hewlêr, ji aliyê hejmarik protestokerê bi sêdaredana girtiyên siyasiyên Kurd li Îran, hete kevir baran kirin.

Gorekî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, bi dû rêpîvanik protestoyî ku li parka Şanedera Hewlêrê bi rê çobû, hejmarik protestoker û xebatkarên siyasiyê rûniştî li Herêma Kurdistan, bi nîşandeka protesto kirina bi sêdaredana girtiyên siyasiyê Kurd li Îran, konsolxana vî welatî dane ber keviran.

Ew xwe şanîdan, ji aliyê “ Encumena Zêd” û “ Kempeyna NA bo sêdaredana lawên Kurd” hatibû rêxistin, ku nêzî 1,000 kes têde pişkdar bûn û bi sêdaredana girtiyên siyasiyê li Îranê şermezar kirin.

Her wisa tê gotin ku çend kes ji wan protestokeran ji aliyê hêzên asayişa Herêma Kurdistanê hatine girtin, lê heya niha ev nûçe bi fermî nehatiye erênî kirinê .

Nûçe gihaniya Kurdpa ragihand, niha dor û berê konsolxana Îranê ji şarê Hewlêr li rewşik emniyetî deye û çon-hatina welatiyan hatiye asteng kirinê.

Roja 4ê Xezelwera îsal 2 girtiyên siyasiyê Kurd bi navên “ Hebîbullah Gulperî Pûr û Riza Ismaîlî” li girtîgehên Ormî û Selmasê de bi sêdarê dabûn.

Her wisa Şêrko Mearifî paşî 5 salan ragirtin li girtîgehê de, li incam roja 13ê Xezelwer li girtîgeha sêntrala şarê Seqizê bi sêdarê hatedanê.
\"16636.jpg\"

\"16637.jpg\"

\"16638.jpg\"

\"16641.jpg\"

\"16639.jpg\"

\"16642.jpg\"