BI MILYONAN ZIRAR SEVA ÇÊKIRINA PIREKÎ LI URMIYE

22:28 - 21 Tebax 2012
Ajansa Kurdpa: Piştî Bihorandina 4 salan ji destpêka danan Pira “Qutûn” li Urmiye, ev Pir hewcemendê 32 ;ilyard Tumenan e.

Şaredarê Urmiye Got: wê Pirê 72 ji Sedî Pêşdeçon li warê li hev hatinê de dîtiye lê 32 Milyard Tumenên din jî dixwaze heya bi dawî bê.

Pêka “Fars” Mihemed Hezret Pûr dibêje: Berî ku me dest bi kar bikara, divê me derdorên pirê ji destê xelkê derbixistana.

Wî got: Divê Çavkaniyên Navxwe Ên Parêzgehê di wê warê de Hîmetê bikin.

Şehrdarê Urmiye îdia dike ku heya hefteya dewletê dê beşek ji pirê amade bibe lê gelek ji karnasan wê idiayê ji bo sala 2015’an didin rastandin.

Li sala 2008’an ku li hev anîna pirê dest pêkir, heyamê hewce ji bo karê, 18 Heyv hatine ragîhandin.

Berîtir, Şaredariyê daxuyandibû alîkarînekirina Kompanya û Girêbestkaran sedema direngbûna bi dawîhatina wê pirê ye.