Bi kujê Ciwanekî Kurd piştî 3’ê meha hêj nehatiye eşkere kirin

13:29 - 23 Kanûna Paşîn 2013
Ajansa Kurdpa: serbarî derbas bûna 80 rojan ji kuştina wilatiyek Kurd, heya niha nawendên dadwerî û polîsê Îranê kes wek sûçbarê bûyera han nedaye nasandin .

Li gorî nûçeya gihîştî bi Ajansa Kurdpa:berwar 14,ê Xezelwera Îsal ciwanek Kurd ê bi navê “Esed Ersen” kurê Xalis di dûkana xwe de li bajarê Makoyê ji aliyê çend kesên nenaskirî tê rewandin û piştî 2 mehan termê wî li cem çemê “Zengbar”ê bajarê Makoyê tê peyda kirin .
\"10842.jpg\"
navhatî jibo Pizîşkê yasayî ê bajarê Urmîyê hat şandin û piştî lêkolînan derkevt ku navbirî hayamê 15 rojan bê tu xwarinekê jîyave û piştre bi lêdan û birînek qurs li serî de canê xwe ji dest daye.


Wilatiyê han di çaxekê de hatiye rewandin ku seva zext û givaşên dewleta Îranê kesên asayî nikarun karê han bikin û wilatiyek bajarê Makoyê dibêje ku piraniya xelkê li ser vê baweriyê ne ku dibe hêzên Îttlatî karê han encam dabin.