Bi Îngîlîzî Çîrok û Destanên Kurdan

15:53 - 24 Tîrmeh (Temûz) 2012
Ajansa Kurdpa: Zanîngeha Hekariyê çîrok û berhemên kurdan yên wekî mem û zîn, sîyabend û xecê , heso û nazê berhev kirin û wergerandin zimanê İnglîzî.

Zanîngeha Hekariyê çîrokên kurdan berhev kirin û wergerandin zimanê îngilîzî. Ev xebat ji aliyê hîndekarên zanîngeha Hekariyê ve hate kirin.Xebat nêzî salek dewam kir û gelek zimanzan û hîndekaran jî alîkarî da. Berhemên wekî mem û zîn, sîyabend û xecê , heso û nazê jî di nav de bi tevahî 8 çîrok hatin wergerandin.

Hîndekarê zanîngehê diyar kir ku ev pirtûk di Fûara Pirtûkan a Amedê de jî bala kesên biyanî kişandiye ser xwe.