Bi hinceta Meseb cûdahiyê dixine navbera Kurdên Kirmaşanê

16:17 - 6 Hezîran 2013
Ajansa Kurdpa: Oldarên Sûnî li bajarê Kirmaşanê seva hebûna mesebê Sûnî tenê dikarin yek berbijêr bo hilbijartinên Şivra bajêr berbijêr bikin.

Li gora rapora ajansa nûçegihaniya kurdpa, hêzên Îttlatî yên komara Îslamiya Îranê bi armanca çêkirina dûberekiyê di nava Kurdên Sûnî û Şîe da, bilav kirine ku aligirên Sûnî tenê dikarin berbijêrekê bo hilbijartinên Şivra bajêr tenê dikarin yek kes kandîd bikin.

Ev karê Îdareya Îttlat li demekê deye ku parek berçav ji welatiyên bajarê Kirmaşanê Sûnîne û xelkê bajar vî karê hêzên Îttlatî tenê jibo çêkirina alozî û cûdahiyê di navbera welatiyên vî bajarî de didin zanîn.

Welatiyên bajarê Kirmaşanê ragehandine,bi armanca nîşandana nerazîbûna xwe li hember pîlana Îdareya Îttlat de, pişikdariyê di hilbijartinan de nakin.

Li gor yasaya nû a hilbijartinên Şivra gund û bajêran, ev bajarên ku 500 hezar heya 1 milyon nifûsa wane,tenê dikarin 15 berbijêr bo Şivra bajêr hilbijêrin û her li gorî vê yasayê welatiyên bajarê Kirmaşanê tenê dikarin 15 berbijêran diyarî bikin.