Bi hilkefta 8`ê Mars; 25 haletên kuştina jinan li Kurdistanê + amar

17:43 - 8 Adar 2021

Saziya Mafê Mirov a “Kurdpa”yê, bi hilkefta 8`ê Mars roja cîhanî a jin, li gor raporên amarî, bas ji haletên binpêkariya mafê mirov yên jinan li Kurdistanê û xisarên civakî (xwekujî û kuştina jinan) li 8`ê Marsa sala 2020`an heta 8`ê Marsa sala 2021`an dike.

Di wê raporê de bas ji haletên kuştina jinan li Kurdistanê dike.

Ew rapore tenê bas ji haletên ku ji aliyê “Kurdpa”yê ve hatine piştrastkirin. Herçend ku amarên rastî derheq vê amarê zêdetir in.

Di wê heyamê de 25 haletên kuştina jinan li Kurdistanê hatiye qewmîn.

Di wê navberê de 7 helet bi awayekî diyarîkirî “qetla namûsî” bûne.

11 halet bi sedema pirsgirêkên malbatî hatine ragihandin.

Mirina 6 jinan bi awayekî nexuya hatiye ragihandin.

Jineke parêzer, ji aliyê hevjînê xwe yê muwekil ve hatiye kuştin

Awayê kuştin:

Bi çek: 9 halet

Xendiqandin: 3 halet

Lêdan û îşkence: 5 halet

Lêdan bi kêrê: 3 halet

Şewitandin: 2 halet

Peydakirina termê jinan li nav çem û bendavan: 2 halet

Kuştin ji aliyê;

Hevjîn: 9 halet

Bira: 8 halet

Bav: 1 halet

Kurmam: 1 halet

Zava: 1 halet

Jineke parêzer, ji aliyê hevjînê xwe yê muwekil ve hatiye kuştin.

Bikujê 4 jinan heya niha nexuya ne

Herwisa;

18 jin li mal û 7 jin jî li dereveyê malê hatine kuştin.

Du kes ji qurbaniyên “qetlên namûsî” temenên wan 15 û 16 salî bûne.

Herwisa keşeke kêm temen, bi sedema pirsgirêkên malbatî ji aliyê bavê xwe ve hate kuştin.

Navên wan jinên ku bûne qurbaniyên “qetla namûsî” bi wî awayê ye;

Perwîn Palanî, temen 15 sal, rûniştiyê “Tazava” yê ser bi bajarê Serpêla Zelavê ku li 11`ê Xakelêweyê ji aliyê birayê xwe ve hate xendiqandin.

Fatime Hewasî, temen 16 sal, xelka bajarê Serpêla Zelavê, li 13`ê Xermananê, ji aliyê birayê xwe ve li mal de bi çekê hate kuştin.

Sergul Hebîbî, temen 25 sal û xelka bajarê Sineyê, ji aliyê birayê xwe ve bi kêrê hate kuştin.

Wefa Ebdullahzade, temen 39 sal, xelka bajarê Serdeştê, li mal de ji aliyê birayê xwe ve bi çekê hate kuştin.  

Soniya Dêhqan, xelka bajarê Serdeştê, ji aliyê bira û kurmamê xwe ve li derevey malê bi lêdan û îşkenceyê hate kuştin.

Işret Nîkxûyî, temen 28 sal û xelka bajarê Urmiyê, li malê ji aliyê kurmamê xwe ve hate şewitandin û canê xwe ji dest da.

Ezîze Heqî`iyûbî, temen 38 sal û xelka bajarê Urmiyê, li mal û ji aliyê mêrê xwe ve hate xendiqandin. 

Tundûtîjî li dijî jinan li heyama deshilatdariya Îslamî a Îranê heta astekê hatiye piştguhxistin ku heta ti amarek hûr û dirust ji wê derheqê tineye û weşartina tundûtîjî aliyekê û danîna yasayek bi awayê cudahîdanîn dijî jinan jî, ji aliyekî din ve bûye sedema berhemanîna tundûtîjî di civatgehê de û herwisa cihgirkirina tundûtîjiya sîstimatîk û çerxana tundûtîjî li malbat û civatgehê li pey aniye.

Kuştina jinan di Îranê de tevlî hin pirsên zor yasayî û hwd bûye, wekî:

Nebûna amarek hûr û xuya ji derheq kuştina jinan û şêweya kuştina wan

Piştevaniya yasayî ji kuştina jinan bi taybet “qetla namûsî”

Nebûna yasa û rêsayek guncaw li piştevanîkirin li mafê jiyana jinan û malbateke emin

Bi tawan hesabnekirina tundûtîjî bi taybet tundûtîjiya malbatî di Îranê de

mifahwergirtin ji kultûra mêrsalarî di civatgehê de û yarmetîdan bo cihgirkirina wê

Pêşgirtin bi pêdaçûna pirsên taybet bi jinan û bi taybet kuştina jinan ji aliyê binkeyên nefermî ve

Pêşîgirtina çalakiyên damezraweyên jinan û heta çalakiyên takî li her warekê ku pêwendî bi jinan û reftara ewlehî derheq wan çalakiyan heye.

Amadekar: Evîn Mistefazade

W: Sîna Qasimîzade