Bi hezaran xwendekar li Kurdistanê koçber bûne

20:14 - 23 Nîsan 2015
Ajansa Kurdpa: Bi pêşneketina Sine ya rojhilatê Kurdstanê, bûye sedem daku 57 hezar hemwelatiyên Kurd li wê parêzgehê koçber bibin.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, di 10 salên borî de 57 herzar şêniyên parêzgeha Sine (Kurdistan) avare bûne ku salane 6 koçberan bi xwe digre.

Herwisa hatiye ragihandin ku niha piraniya wan kesên koçber ji nifşa xwendekar a civakê ne.

Şêwirmendê aborî yê Sine- Bayezîd Merdoxî jî li ser vê pirsê îlan kiriye: Pêwirên pêşkevtinê yên aborî li rojhilatê Kurdistanê nemaze Sine baş birêve naçin û niha ew pêwer di rêjeya herî nizim a welatê Îranê de bi cih bûne.

Bayezîd Merdoxî amaje bi vê yekê jî kir: Koçberbûna hemwelatiyên Îranî bo derveyî welat cihê dilgiraniyan e.

Wezîfedarkirina kesên ne xwecihî li parêzgeha Kirmaşan, sedemeke din ya avarebûna hemwelatiyan li rojhilatê Kurdistanê tê hejmart in.

Parêrêzgeha Sine bi sedema nebûna paşxistinên samanî (sermayegozarî) ji aliyê Dewletê ve, herwiha nebûna yekeyên pêşeyî li wir, bilindtirîn rêjeya betalî li welatê Îranê bi xwe digre.

Gorî amarên fermî, ji 850 febrîqeyên Kurdistanê, zêdeyî 300 karxaneyan hatine daxist in.

Karzanên karûbarên Kurdistanê, nebûna dahatê bo karên aborî û ji hemûyan girîngtir atmosferî ewlehî û siyasî ya karbidestên hikûmeta Îranê bi ser rojhilatê Kurdistanê re, ji sedemên esasî yên koçberiya hemwelatiyên Kurd bo bajarên din û derveyî welat tên hesiband in.