Bi hezaran Belûç di Îranê de ji nasnameyê bê par in

14:27 - 14 Şibat 2017
Ajansa Kurdpa: Nûnerê “Îranşehr” û “Serbaz”ê di meclisa de ragihand ku bi hezaran hemwelatiyên Belûç di Sîstan û Belûçistanê de ji hebûna nasnameyê di Îranê de bê par in.

Li gor nûçeyên belavbûyî, ev nûnerê “Îranşehr” û “Serbaz”ê di meclisa Şêvra Îslamî de radigihîne ku: Ev Parêzgehe nêzî 1100 kîlomêtir sînorê hevbeş digel “Efxanistan” û “Pakistanê” pêk tîne, lê belê ji hemû parêzgehên Îranê bê partir e.

Herwiha tê zanîn ku, heyanî ku xelkê wê parêzgehê di gundan de jiyan kirine tu pirsgirêk çinebûne, lê belê piştî berfirehbûna akincîbûna xelkê li derdora bajaran, bo wan pirsgirêk pêk hatine. ji berku nebûna nasnameyê bûye sedema ku ew xelk ji xizmetên dermanî û yasayî bê par bin.

Herwiha hejma zarokên ku ji zevaca jinên Îranê digel kurên Belûçî çêbûne, heyanî niha di navbera 800 hezar heyanî yek milyon kesî bûye, û ji hebûna nasnameyê bê par in.

Ji aliyekî din ve xelkê wê parêzgehê di nav bêkarî, hejarî û kêmbûna îmkanan, û nebûyîna avê jiyan dike.