Bi dehan çalakên medenî di Kurdistanê de dest bi gireva biçîbûnê kirin

20:44 - 12 Nîsan 2016
Ajansa Kurdpa: Berdevkê Saziya Berevanî ji Mafên Mirovan a Kurdistanê bona bergirî ji kerameta civaka medenî bo heyama sê rojan dest bi gireva birçîbûnê kir.

Li gora rapora ku gihaye Ajansa Nûçegihaniay kurdpa, Îclal Qewamî berdevkê Saziya Berevanî ji Mafên Mirovan a Kurdistanê bona berevanî ji kerameta civaka medenî û wekî rexnekirina zext û givaş, û bêhurmetiya ku ji aliyê bandekê ve di Kurdistanê de bi civaka medenî tê kirin, dest bi gireva birçîbûnê kiriye.

Berdevkê Saziya Berevanî ji Mafên Mirovan a Kurdistanê di nameyekê de rû li vîjdanên hişyar ragehand ku: “Niha bandek dixwaze civaka medenî di Kurdistanê de bifetisîne, ku jêve ne bi stratejiya tirs û xofê, dikarin rexnegiran bêdeng bikin. Ew band herçend ku bas ji demokrasîxwazî û mafên neteweyan dikin, lê di karnameya wan de, tu heta xetekê jî nabînî, ku tê de berevanî ji mafên neteweyan kiribin.

Îclal Qewamî berdevkê Saziya Berevanî ji Mafên Mirovan a Kurdistanê di dawiya vê nameyê de dinivîse: “Ez wekî endamekî biçûk ji civaka medenî, wekî rexnekirina gefxwarinan, û zextên vê dawiyê ên banda mesmûm, sê rojan dest bi gireva birçîbûnê dikim”.

Piştî vê ki navbirî ew biryar da, bi dehan çalakên din jî tevlî vê girevbê dibin.