Bi belge....Neçarkirina dibistanan li Urmiyê bo lidarxistina rêûresmên Dehika Fecir

16:00 - 1 Şibat 2015
Ajansa Kurdpa: Rexma kêmbûna pêdiviyên perwerdeyî li dibistanên Urmiyê, îdareye Perwerde û Hînkirinê tekez liser birêvebirina neçarî a merasîma “Dehika Fecir” li xwendîngehên wê parêzgehê dike.

Li gorî raporta ajasnsa nûçegihaniya Kurdpa, li daxuyaniyeke nivîskî de hemû dibistanên Urmiyeya rojhilatê Kurdistanê hatine agahdar kirin ku divê merasimên taybet bi “Dehika Fecir” bê tu şert û mercekê bên lidarxistin.

\"24489.jpg\"
Beyannameya biêvebirina bi neçar a merasima Dehika Fecir
Gorî çavkaniyên agah, ew daxuyaniya nivîskî di demekê de bo dibistanên Urmiye (Azerbaycana Rojava ) hatiye şandin û tekez li ser cî bi cî kirina vê hatiye kirin ku piraniya wan xwendîngehan ji pêdivyên hewce yên perwerdekirinê bêpar mane.

Malbata yek ji xwendevanên wan dibistanan peyamnêrê Kurdpa re got: Ji destpêka sala xwendinê ya evsal heya niha bi hincetên cur bi cur berpirsên xwendîngehan ji zarokên me pere standin e.

Wê malbatê di dawiyê de eva jî anî ziman ku berpirsên dibistanan heya ji bo nexişandina polên dersê û hevşa xwendîngehê bi boneya cejna “Dehika Fecir”ji xwendekaran pere distînin

Dehika Fecir” anku serketina şorişa Xumênî (beriya niha bi 37 salan) li ser hikûmeta paşeyetî ya Îranê û derxistina Mihemmed Rizaşah li wî welatî.

\"24488.jpg\"