Bexwedana zîndana Urmiyê 24 roj bi pey xwe hişt
15:32 - 13 Kanûna pêşîn 2014
Ajansa Kurdpa: Girtiyên siyasî yên girtîgeha Urmiyê tevî gefxwarinên hêzên ewlekarî ên hikûmeta Îranê, hîna jî dev ji gireva birçîbûnê ber nedane.
Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, Îro Şemî 24 roj li ser gireva birsîbûnê ya girtîgeha Urmiyê re derbas dibin û di encamê de rewşa selametî û cesteyî ya hindik girtiyan ber bi xirabiyê ve diçe lê berpirsên girtîgehê ne tenê bersiveke erênî nadin bi wan, berevajî vê yekê gefên kuştinê ji lê dixwin.
Ebdûllah Mehmûdî, Şêrko Hesenpûr, Sîrwan Nejawî, Elîriza Resûlî û Elî Efşarî ji wan kesan e ku bi sedema gireva birsîbûnê, rewşa tendurustiya wan nebaş e.
Elîriza Rsûlî, yekek ji girtiyên siyasî li zîndana Urmiyê ye ku 33 roje dev ji xwerinê berdaye, rewşa tendurustiya wî pirr xirab e û bo tedawîkirin li hundirê girtîgehê de jî muhlet pê nayê dayîn; bi awayekî ku( di wê rewşa xirab de), berpirsên zîndanê nehêlan e bijîşk heya derzîyekî jî bo selametiya wî bikar bînin.
Hevdem ligel wê rewşa xirab ya girtiyan, 20 kes ji girtiyên bi tawanên giran û cihê reng ku bo benda girtiyên siyasî (benda 12’an) hatin veguhastin, bi nameyekî bo birêveberiya zîndanê, daxwaz kiribûn ji bena 12’an veqetin û biçin cihê xwe lê berpirsên girtîgehê ev pirs bê bersiv hiştin.
Dijberiya berpirsên zîndanê hember girtiyan di demekê de ye ku cihê kirina girtiyên siyasî li girtiyên din ên tawanbar bi kuştinê û madeyên hişbir, daxwaza sereke ya girtiyên siyayasî ye.
Tê gotin Elî Efşarî girtiyê siyasî ê tawan bar bi Îdam, di encama gireva birsîbûnê de, rewşa tendurustî ya wî nebaş e û bo naxwşxaneya zîndanê hatiye veguhastin; navbirî di dema wergerîn li nexweşxaneyê ji aliyê hêzên ewlekarî ên hikûmeta Îranê ve gefa kuştinê lê hatiye xwarin.
Hevdem ligel zext û givaşên li ser zîndaniyan, Mesûd Şemsnijad, parêzerê Kurd ê girtî di hefsa Urmiyê de, ketiye gireva birçî bûnê .
Di du rojên borî de jî, çalakvanên siyasî û yên mafên mirovan, li welatên derveyê Îranê bi meş û xwenîşandanan, piştevaniya xwe bi girtiyên siyasî ên hefsa Urmiyê re nîşan dan.
Ji roja 20’ê çileya pêşîn a 2014’an, girtiyên siyasî ên benda 12’an a zîndana Urmiyê, bi sedema nerazabûn ji rewşa xirab a girtîgehê û zext û givaşên berpisên hefsê derheq girtiyan de, ketine gireva birçîbûnê ku di çend rojên borî de zêdeyî 40 girtiyên siyasî û xelkên sivîl, bo destek kirina berxwedana girtiyên Urmiyê ketibûn gireva birsîbûnê de.