Beşikçî; “Kurdan bi tekoşîna xwe nasnameya xwe dan qebûlkirin”

13:32 - 25 Kanûna pêşîn 2012
Ajansa Kurdpa: Civaknasê navdar Îsmaîl Beşîkçî di panela bi navê \"Di diyarkirina pêkanînên mafên mirovan a li Tirkiyê de, faktorên li dijî hiqûqê\" ya Akademiya Mafên Mirovan a ÎHD-ê de axivî û ragehand ku gelê Kurd bi têkoşîna 30 salên dawî navê xwe belav kir û hebûna nasnameya xwe da qebûlkirin.
Şaxa ÎHD-ê ya Diyarbekirê doh, di hefteya 2-mîn de dersên Akademiya Mafên Mirovan berdewam kir. Di dersa vê hefteyê de civaknasê navdar Îsmaîl Beşikçî ku demek dirêj e bi pirsgirêka Kurd re eleqeder dibe amade bû.
 
Beşîkçî panela bi navê \"Di diyarkirina pêkanînên mafên mirovan a li Tirkiyê de, faktorên li dijî hiqûqê\" pêşkêş kir. Beşîkçî balkişand ser têkoşîna Kurdan a 30 salên dawî û got: \"Kurd heta niha di nav rupelên dîrokê de nedihatin dîtin. Dewletê Kurd înkar dikirin. Lê belê gelê Kurd bi têkoşîna xwe ya 30 salên dawî nasnameya xwe da qebûlkirin. Hebûna xwe aşkere kir. Divê êdî Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo Kurdan cihekî bibîne. Divê êdî statuya Kurdan qebûl bike. Li Tirkiyê di bin hemû darbeyan de pirsa Kurd heye. Lê kes behsa vê rastiyê nake. Ger ku zanîngehan rola xwe bilîsta darbeyên leşkerî pêk nedihatin. Lê zanîngehan erkê xwe bi cih neanî û dijberî vê yekê ji bo darbekar Kenan Evren xelat bikin bi hevre ketin pêşbirkê. Pirsa Kurd tenê ne eydê Kurdan e. Ev pirs di heman demê de pirsa Ermenî, Asûrî, Suryanî û Tirkan e jî.”
 
Beşîkçî, destnîşan kir ku ligel li ser ruyê cîhanê 40-50 mîlyon Kurd hene jî sîstemên serdest naxwazin Kurdan nas bikin û statuyê nadin wan. Beşîkçî xwest êdî sîstemên serdest hebûn, nasname û statuya Kurdan qebûl bikin û wan nas bikin.

Basnews