Bêserşûnbûna 3ê Kolberên Kurd li Urmiyê, di nava befr û bagerê de

17:17 - 14 Kanûna Paşîn 2022

Roja Pêncşemî 23ê Befranbarê, 3ê Kolberên Kurd yên bi navên “Behlûl Seydanîfer” kurê Kerîm, “Barzan Mehînî” kurê Şewket û “Esed Seydanîfer” kurê Rehîm xelkên gundê “Bawa” a girêdayî bi devera “Mirgewer” a ser bi bajarê “Urmiyê” bi sedema hatina befrê û rabûna ba û kurofê di “Geliyê Bênarê” de bêserşûn bûne.

Çavkaniyek agehdar li gundê “Bawa” di wê derheqê de bi ajansa “Kurpa”yê ragihandiye: “Ew 3ê Kolberên Kurd di dema zivirîna li Tirkiyê ve di nava befir û bagerê de li “Geliyê Bênarê” bêserşûbûne.

Herwisa wê çavkaniyê eşkerkirye: cehda xelkê bo peydakirina wan 3ê Kolberan destpêkirye.

Herwisa wê çavkaniyê,basa wê yekê jî kiriye ku bo 24 demjimêran diçe ku ew 3ê kolberane ti pêwendiyek telefûnî bi tu kesê ve nekirine.

 “Behlûl Seydanfer û Esed Seydanfer xwedî jin û zarokanin û Barzan Mehînî selte.