Beşek Ji Opozîsyona Kurdî Baykota Hilbijartina Meclîsê Komara Îslamî Ya Îranê Dikin

12:33 - 27 Kanûna pêşîn 2011
kurdpa: Di ragihaninek hevpar de ku copiyek wî gihîştiye destê Ajansa Kurdpa, du saziyên siyaî ên opozîsyona hikûmeta Îranê, anku Partiya Demokrat ya Kurdistaa Îranê û Komeleya Şoreşgêr yên Zehmetkêşên Kurdistana Îranê, hilbijartina dewra nehem ya Meclîsê mehkûm kirine û û bi hilbijartinek nedemokratîk dane zanîn.

Di beşek ji vê daxûyaniyê de hatiye: \"Ew kesên ku bi vê awayê hilbijartinê weke nûnerê xelkê diçin Meclîsê, di rastî de ne ew nûnerê xelkê ne û ne xelk wan weke nûnerê xwe dizanin, ji ber wan tu hest bi berpirsayetiyek li hember xelkê de nîne û zêdetir firman û destûrên rejîma desthilatdar cîbicî dikin.\"

Daxûyanî didomîne û dibêje: \"Di rewşa niha de ku heta reformxwazên Îranê ku bilinguya sereke ya rejîmê bûn bo propagendakirin bo rejîmê, ketine şik û gumanê bo beşdarîkirin di hilbijartinan de, pêwsit e ku hemû çîn û qatên civakê, ji jin û ciwan û karker û xwendekar û mamosta û bi giştî hemû civaka Îranê di hilbijartinan de beşadarî nekin û car din berheqbûna vê rejîmê bibin jêr pirsyarê.\"

Ji xeyî wan du partiyan her yek ji partiyên Komeleya Zehmetkêşn Kurdistanê, Partiya Azadiya Kurdistanê û Yekitiya Şoreşgêrên Kurdistanê di daxûyaniyên cuda cuda de hilbijartina pêşîn baykot kirine.

Biryar e dewra nehem ya hilbijartina Meclîsa Şêwra Îslamî roja 02.03.2012-an li gişt parêzgehên Îranê de bo hilbijarina 290 nûneran rêve here.